22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Şam'da patlama

    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn

    © Sputnik/ Muhammad Maarouf
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Urmiyeyê dengê 2 teqîn hat bihîztin û li ser vê yekê artêşa Îranê daxuyaniyek da. Li gorî ajansên Îranî 4ê Cotmeha 2017ê roja çarşemê li nava bajarê Urmiyeyê 2 teqîn pêk hatin.

    Dengê van teqînan berz û bilind bûn, ku li gelek derên bajêr hatine bihîztin û vê yekê kir ku di nava xelkê bajêr de tirs û fikar çêbibin. Çavkaniyên ji bajarê Urmiyeyê dibêjin ji ber van teqînên mewzûbehs avahiyên li hin taxên bajêr hejiyane û loma yekê tirs û fikar li cem xelkê peyde bûye.

    Rayedarên Hikûmeta Îranê heta derengiya şevê derbarê wan dengên bêneg man, lê belê îro pênşemê Artêşa Îranê derheqê dengên teqînên li Urmiyê de daxuyanî dan. Li gorî daxuyaniya artêşa komara îslamî ya Îranê li Qereqola 64 a Urmiyeyê tetbîqat û manewrayeke leşkerî ya asayî pêk hatiye û tê de gulleyên plastîkî hatine bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    URMIYE - Du girtiyên siyasî yên kurd avêtin hucreyên takekesî
    Li Colemêrgê teqîn: 4 Leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
    Li navenda Bexdayê teqîn
    Li Şemzînanê teqîn: 5 cerdevanên ewlekariyê birîndar bûn
    Li Amedê teqîn çê bû
    Li paytext teqîn: 11 kuştî 26 jî birîndar
    Li navçeya Geverê teqîn
    Etîketan:
    teqîn, teqandin, Iran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de