14:18 11 Kanûn 2017
Zindî
    Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney

    Xamaney: Li pey encamdana referandûmê ‘rejîma siyonîst’ heye

    © REUTERS/ Caren Firouz
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberê Îranê Elî Xamaney di hevdîtina digel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlonê hat encamdan got, ‘Bi berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê ye.’

    Li gor Ajansa Fermî ya Nûçeyan li Îranê, Xamaney bal kişand ser referandûme Herêma Kurdistanê û da xuyakirin, bawerî bi Amerîka û zilhêzan nayê, lewra ew li pey avakirina îsraîleke nû ne.

    Herwiha Erdogan jî got: "Li gorî wan belgenameyên ku înkarî li wan nayê kirin, Amerîka û Îsraîl li ser mijara Kurdistanê gihîştine rêkeftineke giştî."

    Elî Xamenêy di hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re de, li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand, berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê yên ‘rejîma sîyonîstî' di encamdana referandûma Kurdistana Iraqê de hene û "Encamdana referandûmê li Kurdistana Iraqê, xiyanet e di derheqê herêmê de û dibe sedema gefê bo paşeroja herêmê."

    'DIVÊ ÎRAN Û TIRKIYE PÊNGAVEKÊ BAVÊJIN'

    Xameney got: "Îran û Tirkiye divê li beramaberê wê bûyerê her pêngavekê bavêjin. Hikûmeta Iraqê jî li ser vê mijarê divê bi awayekî cidî biryarê bide û pêngavan bo wê bavêje."

    Li ser nêrîna Amerîka û Ewropayê ya referandûma Kurdistanê jî da xuyakirin: "Nêrîna Amerîka û welatên ewropî bo vê mijarê ligel nêrîna Îran û Tirkiyê bi temamî berevajî hev e. Amerîka dixwaze her dem sedemek di destê wê de be bo dijayetîkirina Îran û Tirkiyê, ji ber wê nabe ku bawerî bi amerîkî û ewropiyan were."

    Elî Xameney di berdewamê de got: Zilhêz û bi taybet rejîma sîyonîstî dixwazin îsraîleke nû li herêmê ava bikin, li herêmê nakokî û aloziyan sor bikin."

    ERDOGAN: RÊYA RIZGARBÛNA WAN NÎNE

    Erdogan jî di beşeke axaftina xwe de got: "Cîranên Iraqê bi ti awayî nikarin vê biryarê qebûl bikin, ji ber wê jî berpirsên Kurdistana Iraqê ji niha pê ve nikarin pêngavekê bavêjin û rêya rizgarbûna wan nîne."

    Serokomarê Tirkiyê herwiha da xuyakirin; Amerîka, Fransa û Îsraîl dixwazin welatên Rojhilata Navîn parçe parçe bikin ku planên wan bo Sûriyê jî hene û yekîtî û yekhelwestiya Îran û Tirkiyê di vê mijarê de gelekî girîng e.

    Bi heman mijarî:

    Karmendê Konsulxaneya Amerîkayê ji sîxuriya FETOyê hat girtin
    Hejmara gorên komî yên Êzidiyan gihîşt 39an: Tîmeke pispor li ser dixebite
    Barzanî ji Fermandarê Amerîkî re got, ‘Biryara me nayê guhertin’
    Rûhanî: Em fişarê li ser birayên xwe yên ezîz nakin
    Li bajarê Wanê erdhejekê rû da
    Rojane bêhtirî hezar sivîlên Hewîceyê xwe dispêrin Pêşmerge
    Êrîşî qereqolê kirin: 22 kuştî
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de