15:52 19 Hezîran 2018
ئالایا ئێرانێ

Îran: Dê welatên misilman destûrê nedin ku Îsraîla duyemîn bê avakirin

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 01

Piştî encama referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, fermandarê îranî Elî Ekber Velayetî ragihand ku bi Enqere û Bexdeyê re li hemberî vê yekê derkevin û dev avête Îsraîlê.

Fermandarek ji artêşa Îranê diyar kir ku roja piştî referandûmê pergala parastina moşekan li ser sînorên herêmên rojavayê Îranê ku bi Herêma Kurdistanê re sînor e, bicih kirine. Fermandarê eşkere kir ku vê yekê ji bo êrişên dagirkeriyê bicih kirine.

Li gorî ajansa ISNAyê Şêwirmendê serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, Elî Ekber Velayetî gotiye ku, "Gelê Iraqê li hember vê yekê dê bêdeng neminin, Îran, Tirkiye û welatên din ên li herêmê bêdeng neminin û li hember vê yekê bisekinin."

Divê navberê de rojnameya Kayhanê ku nêzî Hamaney e jî destnîşan kir ku, "Tiştê hişt Îsraîl çêbibe ew nerîn bû ku neteweyeke belavbûyî encex eger bibe xwedî welat dikare aramiyê bi dest bixe."

Herwiha Îsraîl piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike û ji sala 1960an vir ve têkiliyên leşkerî, îstîxbaratî û bazirganî yên Îsraîlê bi Herêma Kurdistanê re hene.

Bi heman mijarî:

PYD kongreya xwe ya 7mîn li dar dixe
Iraqê ji şirketên balafiran xwest ku seferên xwe bo herêma Kurdistanê rawestînin
HSD: Em ji PKKê cuda ne
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser referandûmê daxuyanî da
Kurdistanê bersiva Iraqê da: Em balafirgehan radest nakin
Etîketan:
misilman, dewlet, Ayetullah Elî Hamaney, Elî Ekber Velayetî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de