13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Réféendum au Kurdistan irakien

    "Divê Îran bi hestiyarî tevnegere"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Îran
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 1801

    Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Mûhterî ragihand ku, nabe Îran li hember referandûma Herêma Kurdistanê bi hestiyarî tevbigere û got: "Gumanên min ji helwesta tund a Tirkiye yê hene. Divê Îran çaverê be."

    Elî Mûhterî ku Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Îranê ye û kesekî nêzîkî reformxazên Îranê ye, dibêje, Amerîka û Îsraîl li pişt plana serxwebûna Herêma Kurdistanê ne lê nabe Îran helwesteke tund werbigre û hestiyarî nîşan bide.

    Mûhterî got: "Diviya beriya referandûmê me pêşiya wê bigirta. Lê niha referandûm hatiye kirin û gelê Kurdistanê deng dane. Nabe em hestiyarî tevbigerin. Divê em kurdan qanî bikin ku serxwebûn ne di berjewendiya wan de ye."

    Derbarê karvedana Tirkiyê ya li hember referandûmê jî Elî Mûhterî diyar kir: "Gumanên min ji helwesta tund a Tirkiyê heye. Divê Îran rawest û bizane ka dê paşerojê de çi rû bide. Divê Îran xwe ji rêbazên tund biparêze."

    Îranê beriya referandûma Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya dijber ragihandibû û herwiha li ser daxwaza Iraqê qadên xwe yên esmanî jî girtibûn.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    YE bangî Iraq û Hewlêrê kir: Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
    Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
    Bogdanov bersiva pirsyara bê referandûm dê istiqrarê têk bibe yan na da
    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Tirkiyeyê hişt pirsa kurdan li Sûriye û Iraqê derkeve pêş
    Etîketan:
    referandûm, Elî Mûhterî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de