06:56 20 Mijdar 2017
Zindî
    Îdam

    Li Îranê kurdek li ber çavê xelkê hat îdamkirin

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Îran
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Selmasê yê Îranê kurdek li bazarê li ber çavê xelkê hat îdamkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehê li bajarê Selmasê kurdek ku bi tohmeta kuştina xûşk û dayîka xwe hatibû girtin û fermana mirina wî hatibû li pêşberî çavê xelkê hat îdamkirin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê girtiyê kurd li ber çavê welatiyan û li meydana "Tohîd" ya bajêr hat îdamkirin. Navnîşanên wî girtiyê kurd nehatine ragihandin.

    Selmas girêdayî parêzgeha Urmiyê ya Îranê ye û derdora 80 km dûrî bajarê Urmiyê ye. Li Selmasê, ji bilî kurdan, azerî û ermenî jî dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam
    Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin
    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    Etîketan:
    Îranê li ber çavê xelkê kurdek îdam kir, Selmas, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de