05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Ewlekariya Îranê

    Xwepêşandanên li Îranê her diçe mezin dibin: Gelek kes hatin girtin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duhî xwepêşandan li Meydana Îqbal û çend cihên din ên bajarê Sineyê dest pê kir û li gorî çavkaniyên xwecihî piştî destpêkirina xwepêşandanam hêzên serbazî û ewlehiyê yên Îranê êrişî ser xwepêşanderan kir.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama destwerdana hêzên ewlehiyê yên Îranê de, herî kêm bi 10an xwepêşander hatin girtin. Xwepêşandana li Sineyê bo piştgirîkirina xelkê bajarê Baneyê ye ku û pêr weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştina 2 kolberên kurd dest bi xwepêşandanan kiribûn.

    Piştî destpêkirina xwepêşandanê li Sineyê, hikûmeta Îranê hejmarek ji hêzên xwe yên ewlehiyê ku pêştir bo kontrolkirina rewşa bajarê Baneyê bo vî bajarî şandibûn, vegerandin Sineyê.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
    Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
    ‘Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn'
    Bîlançoya mehekê ya kolberên kurd: 4 mirî û 32 birîndar
    Etîketan:
    Xwepêşandanên kurd li Banê, Hêzên ewlehî yên Îranê, Bane Sine, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de