14:40 26 Gulan 2018
Hêzen Ewlekariyê yên Îranê

Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt

© AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
Îran
Lînkê kurt
0 00

Li bajarê Kurdnişîn ê Îranê Baneyê, 2 kolberên kurd bi teqeya hêzên leşkerî yên Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Lijneya Ewlekariyê ya NYyê
© AP Photo / Frank Franklin II
Li gor nûçeya ku Rûdawê veguhestiye, îro 4ê Îlonê danê sibê li sînorê Hengejal a Baneyê, leşkerên Îranê gule berdan kolberên kurd û di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da.

Bi vê bûyerê re xelkê Baneyê jî ji bo derbirîna nerazîbûnan, li pêşiya avahiya qaymiqamiyê û Nexweşxaneya Selahadînê Eyûbî kom bûn û daxwazên xwe yên li dijî kuştin û teqekirina kolberan anîn ziman.

Li gorî agahiyan di dema çalakiyê de xelkê Baneyê deriyê qaymeqamiyê şikandine û çûne hûndir.

Hate gotin, ku qaymeqam di avahiyê de nebûye lê karbidestên qaymiqamiyê soz dane pêdaçûna vê bûyerê bikin.

Navê kolberên hatine kuştin Qadir Behramî yê 45 salî xelkê gundê Wizmele ye û Heyder Ferecî yê 21 salî jî xelkê gundê Şeşe ye.

 

Bi heman mijarî:

Trump: Em amade ne çekên nukleer bikar bînin
Koreya Başûr hişyariyeke din da
Li Nisêbînê herêma ewlekariyê hat ragihandin
Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji nû ve pêş dikeve
Parlamentariya Leyla Zana û 4 kesên din ketiye xeterê
NY piştî bangên lezgîn îro dicive
‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
Etîketan:
Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de