14:50 18 Hezîran 2018
Ala Îranê

Li Îranê 5 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e!

© Sputnik / Grigory Sisoyev
Îran
Lînkê kurt
0 02

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di nav çend rojên dawî de, 5 hemwelatiyên Kurd li bajarê Rewanser a parêzgera Kîrmanşanê hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ew 5 Kurd bi hinceta çalakiyên mezhebî hatine girtin û niha çarenivîsa wan nediyar e.

Li gor raporta Hengawê hêzên ewlekariya Îranê li bajarê Rewanserê 5 hemwelatiyên xelkê gundê Quruqela ya binarê çiyayê Şaho ku li ser Rewanserê ya parêzgeha Kîrmaşanê ye girtine û ew birine cîhên nediyar.

Di raportê de hat eşkerekirin ku navê wan hemwelatiyên hatine girtin, Umîd Feyzî kurê Emîr, Esedî Seyadî kurê Husên, Mûslim Nadirî kurê Mensûr, Behnam Behramî kurê Mihemed Seîd û Yaqub Babaxanî kurê Mehmûd e.

 

Bi heman mijarî:

Sedema erdhejê diyar bû: Bombeya hidrojenê hat ceribandin
Piştî 288 rojan bi selametî vegeriya dinyayê
Barzanî serkeftina Iraqê pîroz kir
Li Koreya Bakur bi destê însanan erdhejeke dijwar çêbû!
Li Bexdayê êrişa xwekujî: 7 mirî 8 jî birîndar
‘Kî di derbarê Bexdadî de agahiyan bide me em ê pere bidin
Soylu: Agahiyên nû derbarê çekdayîna YPGê ya Amerîkayê ji me re tên
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de