04:25 21 Îlon 2017
Zindî
    Ala Îranê - Tehran

    ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 15130

    Fermandarê Supaya Pasdaranê Îranê yê parêzgeha Sine Mihemedhisên Recebî bi daxuyaniyekê ragihand û got, ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike.’

    Li gor daxuyaniya ku di medyayê de hatiye belavkirin, Recebî bêyî ku navê rêxistinên Kurdan bide da xuyakirin, li Kurdistanê (Eyaleta Kurdistana Îranê) hinek kom û rêxistin bi tablo û şêwazên nû dest bi plangêriyeke nû kirine û got, ew bi ti awayî rê nadin wan plangêriyan û nahêlin ku ew grub û planên wan bibin gef ji Îranê re.

    'DIXWAZIN JI REFERANDÛMÊ SÛDE BIGIRIN Û NAKOKIYAN ÇÊBIKIN'

    Recebî bal kişand ser referandûma Herêma Kurdistanê ya 25ê Îlonê û ji bo pêkhateyên li Sineyê got: "Çend pêkhateyên vê parêzgehê û gelek alî hewil didin, sûdê ji wê derfetê werbigirin û nakokiyan çêbikin."

    Mihemedhisên Recebî îdia kir, Kurdistana Îranê beşek ji wê prosesê ye û dixwazin ji Îranê cuda bikin.

    Fermandarê Îranî herwiha diyar kir ku li herêmê planên Amerîka yên veşartî hene û da zanîn, "Armanca Amerîkayê li herêmê ev e, ku welatên weke Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike, daku hêz û şiyanên wan welatan kêm bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Generalê Rûsî: Yekîneyên me li Sûriyê operasyoneke bêmînak pêkanîn
    Walîyê Venedîkê: Kesê ku bêje 'Allahû Ekber' wê bête kuştin
    Bi KHKya nû cezayê 2 salan dibe 5 sal
    McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir
    Rûsya: Du tesîsên dawî yên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatin îmhakirin
    Li Iraqê di du gorên komî de termên 500 zindaniyan hatin dîtin
    ‘Sedî 35ê bajêr ji DAIŞê hat rizgarkirin û şer dijwartir bû'
    Etîketan:
    Sûriye, Iraq, amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de