13:32 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin

    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Îran
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Hat ragihandin ku di nava meha borî de 8 kolberên kurd bi destê çekên leşkerên îranî hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

    Li gorî danayên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ku li ser rewşa mafên mirov li dixebite û bi taybetî çavdêriya rewşa mafên mirov Îranê dike ragihand ku di meha borî de 20 kolberên Kurd li ser sînorên Îran û Kurdistanê bi guleyên leşkerên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne.

    Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 30 rojên borî de 8 kolberên kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û kolberek jî ji ber ketina ji çiya canê xwe ji dest da û 10 kolberên kurd jî bi teqeya hêzên Îranê birîndar bûne û kolbereke din jî di encama teqîna mayînekê de birîndar bûye.

    Li gorî daxuyaniya rêxistina Hengaw, kolberên kurd ku hatine kuştin an birîndar bûne xelkê bajarên Serdeşt, Pîranşar, Şino, Selmas û Mako yên ser bi parêzgeha Urmiyê û herwiha bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ne.
    Kurdên îranê ji ber rewşa xirab a aboriyê ji neçarî li ser sînoran karê kolberî û bazirganiyê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
    ‘Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn'
    Bîlançoya mehekê ya kolberên kurd: 4 mirî û 32 birîndar
    Ji Adara 2016an heta niha 96 kolberên kurd hatin kuştin
    3 kolberên Kurd li ser xaka Herêma Kurdistanê hatin kuştin
    Etîketan:
    Di mehekê de 8 kolber hatin kuştin, Kolberên kurd, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de