17:22 19 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Aqûbeta 6 kesên ku ji ber ala Kurdistanê hatibûn girtin ne diyar e

    © AP Photo/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Li bajarê Sinê yê Îranê 6 kurdên ku ala Kurdistanê bi wan re hat dîtin hatin binçavkirin. Ji 6an 4 jê hatin girtin.

    Saziya Îstîxbarat a Îranê 6 kurd ji bo ku ala Kurdistanê bi wan re hat dîtin binçavkirin. Piştî jêpirsînê 2 jê serbest hatin berdan û ji 4 kesan agahî nayê wergirtin.

    Li gorî zanyariyan, kesên ku hatine girtin bi tohmeta ku piştgiriya partiyên dijî Îranê kirine û ala Kurdistanê bilindkirine hatine girtin.

    Komeleya Mafê Însan a Hengaw di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên îstîxbaratê yên girêdayî îdareya bajarê Sinê bi ser gundê Merawî ve girtin û kurd binçav kirin. Ji 6 kesên ku hatibûn binçavkirin 2 jê serbest hatin berdan û aqûbeta 4 kesên din hê jî ne diyar e.

    Bi heman mijarî:

    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    Îranê sînorê Hewlêrê topbaran kir
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Sererkanê Îranê serdana Tirkiyeyê dike
    Etîketan:
    6 kesên ku hatin girtin aqûbeta wan ne diyar e, Saziya Îstîxbarat a Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de