09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Behram Qasimî

    Ji Îranê daxuyaniya hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di axaftina xwe de ragihand ku welatê me piştgiriya hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

    Berdevkê wezaretê Qasimî di axaftina xwe de got: "Rêza me ji xelkê Herêma Kurdistanê re heye, pêwendiyên me yên baş ligel wan hene, berê jî hatûçûn û pirsa şêwirmendî me bi hev hebûye û niha jî heye. Di baweriya me de demokrasiya biçûk ya li Iraqê wê dixwaze ku her aliyek hewl bo aramî, ewlehî û avadankirina Iraqê û derkirina teroristan ji nava vê xakê bide. Bahskirina li her babetekî din ku serweriya niştimanî yekperçeyîya xaka Iraqî lawaz bike, bi arasteya ne aramî û ne ewlehiya Iraqê dibe."

    Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em pêşwazî û piştevaniyê li danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin û hêvîdar in bibe sedema rûdana erênî li Iraqê û hemû gelên Iraqê di heyameke demokratîk de bigihin mafên xwe yên diyarkirî."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Sererkanê Îranê serdana Tirkiyeyê dike
    Etîketan:
    Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê, Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê, Behram Qasimî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de