09:12 22 Îlon 2017
Zindî
    PDKÎ - Pêşmergeyên Kurdistana Îranê

    Partiyên kurd şervanên xwe dişînin nav bajaran

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Îran
    Lînkê kurt
    0 96220

    Li Îranê 3 partiyên kurd Komeleya Şoreşgerên Zahmetkêş (KOMELE), Partî Demokratî Kurdistan (PDKÎ) û Hizbî Demokrat (HDK) pêşmergeyên xwe xistine sînor û li hemberî rejime şerê çekdarî dikin.

    HDK zêde behsa şerê çekdarî nake, lê Komele û PDKÎ ji bo ku pêwendiyên xwe bi civakê re xurt bike û zêdetir hewl dide. Carinan ew hêzên kurd derbasî nav bajarên kurdan ên Îranê dibin û bi endamên Sipaya Pasdaran re şer diçin. PDKÎ ku xwe weke mîratgirê Qazî Mihemed, Dr. Şerefkendî û Dr. Qasimlû binav dike, di heftiya derbasbûyî de ji bo cara yekemîn navên Pêşmergeyên Navbajêr bi kar anî.

    DI PEVÇÛNAN DE GELEK LEŞKERÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTIN

    Şeva 7ê Tebaxa 2017an, demjimêr 11ê şevê, tîmek ji hêza Pêşmergeyên Navbajêr di dema encamdana karên rêxistinî yên partiya xwe de li devera Pîranşehrê rastî êrîşa çekdarên Sipaya Pasdaran hat û di encama şer û pevçûnan de, 4 endamên Sipaya Pasdaran hatin kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Di wan pevçûnan de du pêşmergeyên PDKÎ bi navên Yeiqûb Muradî û Hêmin Mewlannijad jî jiyana xwe ji dest dan.

    HÊZA NAVBAJÊR A PDKÎ

    Malpera fermî ya PDKÎ ragihandiye ku rojekê piştî van pevçûnan, nêzîkî gundê Sîngan ê Şinoyê di navbera Pêşmergeyên Navbajêr û Pasdarên Îranê de şerên giran derketine û komeke pasdar hatine kuştin û çendîn kes jî birîndar bûne lê hejmar nehatine ragihandin. Li nêzîkî bajarê Kamyaranê li parêzgeha Sine jî di navbera çekdarên nenas û endamên Sipaya Pasdaran de şer derketiye û di encama wî şerî de jî herî kêm 3 pasdar hatine kuştin û hin otomobêlên Sipaya Pasdaran jî rastî ziyanê hatine. Hevdem ligel şerê Şinoyê, li nêzîkî bajarê Pîranşarê jî şerekî giran di navbera Pêşmergeyên hêza navborî û Pasdarên Îranê de qewimiye û di encamê de herî kêm 2 pasdar hatine kuştin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
    Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin
    PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    Etîketan:
    Komele, HDK, PDKÎ, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de