17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerê Îranê

    5 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin

    © Sputnik/ Vitaliy Ankov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Hat ragihandin ku 5 milîsên Tuxaya Fatimiyun ên girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, her 5 milîsên Tuxaya Fatimiyun ên îranî li navçeya Tedmûr a bajarê Humsa Sûriyeyê li herêma Hamîmê di encama êrişa milîtanên DAIŞê de hatine kuştin.

    Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Farsê di nûçeya xwe de ragihand ku ji bo 5 leşkerên îranî kul i Sûriyeyê di şerê DAIŞê de hatin kuştin wê li bajarê Kumê ku li aliyê başûrê Tehranê dikeve merasîma definkirinê were lidarxistin.

    Piştî merasîmê wê cenaze li abîdeya ku bi taybetî ji bo leşkerên îranî ku li Sûriyeyê têne kuştin werin veşartin.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Îranê serdana Tirkiyeyê dike
    Meclîsa Îranê bersiv da mueyîdeyên Amerîkayê: Bûtçeyeke mezin bo mueyîdeyan veqetand
    ‘Amerîka ji bo rê li ber Îranê bigire baregeha leşkerî ya herî mezin ava dike'
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Yek jê fermandar 5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, 5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin, Sûriye, Kum, Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de