21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Behram Qasimî

    Îran bertek da daxuyaniya Trump

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 1701

    Îranê bertek da daxuaniyên Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku gotirbû nirxandina bijarteya leşkerî ji bo Venezullayê ku bûyerên tund li welêt diqewime, pêkan e.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî diyar kir ku bi tundî daxuyaniyên Trump şermezar dikin û got: "Heyema daxwazên nemeşrû li ser welatên azad bi gefên leşkerî û zordariyê didin qebûlkirin, bidawî bûye."

    Berdevkê îranî destnîşan kir ku Îran li dijî mudexaleyên navxweyîya Venezuelayê derdikeve û "divê di çerçoveya hiqûqa navneteweyî de rêzê li mafê azadî û serweriya welatan were girtin."
    Donald Trump roja înê di derbarê bûyerên li Venezuellayê de daxuyanî dabû û têde gotirbû, "Gelek bijardeyên me di derbarê Venezuellayê hene û bijardeya leşkerî jî di nav wan de ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo rê li ber Îranê bigire baregeha leşkerî ya herî mezin ava dike'
    Meclîsa Îranê bersiv da mueyîdeyên Amerîkayê: Bûtçeyeke mezin bo mueyîdeyan veqetand
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Etîketan:
    daxuyanî, bertek, Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de