18:42 17 Tebax 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Rojnamevanê Îranî ku ji Tirkiyê hat dersînorkirin ji tirsa îdamê xwe spart Îsraîlê

    © Flickr/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Rojnamevanê Îranî ku ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin, ji tirsa ku Îranê wê îdam bike xwe spart Îsraîlê û penaxwazî xwest.

    Li gor nûçeya DW Tirkî, medya Îsraîlê ragihand ku rojnamevan Neda Amîn roja Pêncşemê daketiya Balafirgeha Tel Ewîw a Ben Gurion.

    Hat ragihandin ku Amîn ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Îsraîlê Aryeh Derî ve hatiye pêşwazîkirin.

    Di nûçeyê de hat gotin, Neda Amîn li ser malpera Time of Îsraîlê gotarên bi farisî dinivîsandin û ji sala 2014an ve ji Îranê reviyabû Tirkiyê.

    Wezareta Navxweyî ya Îsraîlê li ser mijarê da xuyakirin, "Tirkiyê ji Amîn re ragihandiye ku cezayê Îdamê li ser wî hatiye sepandin û ew dersînor kiriye."

    Hat diyarkirin piştî dersînorkirinê, li ser daxwaza Yekîtiya Rojnamevanên Îsraîlê rayedarên Îsraîlî hiştine ku bi awayekî ewle were Îsraîlê.

     

    Bi heman mijarî:

    Stephen King: Trump û Kim pêşbirka, 'dînîtiyê’ dikin
    Goranê bertek ji Rabûn Merûf re nîşan da: Siyaseta me ne ew e
    Agir bi keleha Hewlêrê ket
    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Keça ku dixwest beşdarî Fetîh el Şamê bibe 3 sal ceza xwar
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Jeta rûsî li ser CIA, Pentagon û avahiya Kongreyê firiya
    Etîketan:
    Îsraîl, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de