08:34 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Tank

    Artêşê di topbaranê de bi şaşî 3 leşkerên xwe kuştin

    © Sputnik/ Pavel Lisitsyn
    Îran
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, li çoltera Çiyayê Şaho yê girêdayî bajarê Sinê 3 pasadarên Îranê di encama topbarana pasdaran de hatin kuştin.

    Herwiha duhî jî li çoltera Çiyayê Şaho li nêzîkî bajarokê Kamyarana ser parêzgeha Sine 3 pasdarên Îranê di nav wesayîtekê de kuştî hatibûn dîtin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, kesekî ji gundê Tengîwerê yê Kamyaranê ku ji ber sebebên ewlehiyê nexwast navê wî were ragihandin, ji ajansê re gotiye, çend roj berê li vê deverê şerekî giran derketibû, pasdaran her der didan ber top û hawanan agir bi çol û daristanê ketibû, ew sê pasdar jî di encama wê toparanê de hatibûn kuştin.

    Li gorî çavjanî, cenazeyên wan pasdaran ji aliyê komek jîngehparêzên ku mijûlî vemirandina agir bûn, hatibûn dîtin, pasdarek jî birîndar bibû.

    Du roj berê jî li nêzîkî bajarokê Kamyaranê, şerekî giran di navbera komek çekdarên nenas û pasdarên Îranê de derketibû, di wê şerî de herî kêm 3 pasdar hatibûn kuştin, lê heta niha nayê zanîn ew çekdar kî bûne, ti partiyeka Rojhilatî jî li ser wî şerî daxuyanî nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyê şêwirmendê leşkerî yê Îranê hat kuştin
    Nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê li hev dicivin
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Tirkiyeyê
    Li Îranê serdema duyemîn a Hesen Rûhanî dest pê kir
    Etîketan:
    Îranê bi şaşî 3 leşkerên xwe kuştin, Sinê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de