18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran

    Dê Îran postên bilind bide pêkhateyên welat

    © AFP 2017/ Christophe SIMON
    Îran
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Cîgirê Yekemê Serokomarê Îranê, Ishaq Cehangîrî ragihand, dê piştî dest bikarbûna kabîneya nû ya Hesen Ruhanî, postên weke cîgirê wezîr, parêzgar û balyozan bidin pêkhateyên netewî û olî yên Îranê.

    Sînorê Lubnanê û Sûriyê
    © Sputnik/ Morad Saeed
    Îshaq Cehangîrî piştî civîna parlamentoya Îranê ragihand, divê sûd ji pêkhateyên netewî were wergirtin û destnîşan kir, ew rijd in ku postên cîgirên wezîran, parêzgar û balyozan bidin pêkhateyên Îranê.

    Cehangîrî da xuyakirin, Serokomarê Îranê di yekem civîna ligel wezîrên pêşniyarkirî de ew raspartine ku cîgirên jin hilbijêrin, lê derbarê pêkhatên netewî û olî de bi taybet li ser suniyan tiştek negot.

    Li gor nûçeyan piştî zêdebûna nerazîbûna li ser destnîşan nekirina wezîrên jin di kabîneya nû ya hikûmeta Îranê de, Hesen Ruhanî sê jin wek cîgir û alîkarên xwe destnîşan kirin.

    Di kabîneya duyem a Ruhanî de, Meisûmê Ibtikar weke Cîgira Serokomar a karûbarên jinan û malbatê, Leîya Cunêdî weke Alîkara Hiqûqî ya Serokomar û Şehînduxt Mulawêrdî jî weke Alîkara Serokomar a karûbarên mafên welatiyan, hatine destnîşankirin.

    Meisûmê Ibtikar û Şehînduxt Mulawêrdî di kabîneya yekem a Ruhanî de jî hebûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmetê fermana operasyonê da
    Li Tirkiyê cîgirê midurê dibistanê ji DAIŞê hat girtin
    Li Wanê perestgeheke ku dîrokê ji nû ve binivîse hat dîtin
    ‘Siûdî bi fermana Amerîkayê dest bi şer kir’
    Wê Îran zengilê bi dîroka 7 qirnan radestî dêra Wanê bike
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Çapameniya Tirk: Erebî li Tirkiyeyê bûye zimanê duyem
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de