08:13 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Zozan

    Li zozanê Şaho di navbera çekdar û leşkeran de pevçûn: 3 kuştî

    © AP Photo/ Elizabeth Dalziel, File
    Îran
    Lînkê kurt
    0 232 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, duhî li zozanên Şaho yê bi ser bajarê Sinê di navbera çekdarên nenas û pasdarên îranî de şer derket û di encama şer de 3 pasdarên Îranê hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya BasNêwsê ku dispêre çavkaniyekî herêmî, duh li zozanên Şaho û derdora gundê Tengîwerê yê ser bi Kamyaran di navbera çend çekdarên nenas û pasdaran de şer û pevçûn pêk hatiye û di encama şer û pevçûnê 3 endamên pasdaran hatine kuştin.

    Heta niha nayê zanîn ev çekdar bi kîjan hêz û aliyên siyasî yên Îranê ne û ti kes û rêxistinê berpirsyariya wê êrişê negirtiye ser xwe û di wan du rojên borî de hêzên Îranê çend caran zozanên Şaho topbaran kirine.

    Li gorî çavkaniyên herêmî şeva borî hêzên pasdaran agir berdane daristana derdora gundê Mîrawa ya ser bi Ormiyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyê şêwirmendê leşkerî yê Îranê hat kuştin
    Tirkiye sînorê Îranê bi 'dîwarê ewlekariyê' dirêse
    Nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê li hev dicivin
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Li Îranê şer û pevçûn, Zozanê Şaho, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de