09:59 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Îranê

    Leşker hevalên xwe gulebaran kirin: Yek jê fermandar 4 kuştî û 12 birîndar

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Leşkerekî artêşa pasdaran a Îranê hevalên xwe yên leşker gulebaran kirin, di encama gulebaranê de 4 pasdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

    Li gorî ajansa fermî ya Îranê ya Mehrê, li Tehranê leşkerekî artêşa pasdaran a Îranê hevalên xwe yên leşker gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de yek jê fermandar 4 pasdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku bûyer li baregehe leşkerî ya bajarokê Kehrizk ku dikeve rojhilatê Tehranê pêk hat, di bûyerê de yek ji kuştiyan serdar e û êrişkar hatiye desteserkirin.

    ‘BERÊ JÎ ÊRIŞÊN WIHA PÊK HATIBÛN'

    Berê jî çend caran êrişên bi vî rengî di nava artêşa Îranê de pêk hatibûn. Di meha tîrmehê de li baregeha leşkerî ya Abîkî ku 100 kîlometro ji Tehranê dûr e leşkerî hevalên xwe gulebaran kiribûn û 3 leşker hatibûn kuştin.

    Dîsa di Îlona 2016an de leşkerî piştî ku 3 hevalên xwe kuştibû bi heman çekê întîxar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê serdema duyemîn a Hesen Rûhanî dest pê kir
    Îranê siyasedmedarekî kurd bidarvekir
    ‘Li Îranê 100 girtî hatin îdamkirin'
    Amerîka: Em ê rê li ber firehbûna Îranê bigirin
    Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de