17:47 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Rûbar

    Bendeva Kêlê û Bokan dîsa ciwanên kurd qurpandin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Îran
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku roja înê li her du bajarên Bane ya ser bi parêzgeha Sine û Bokan a ser bi parêzgeha Urmiyê ve 6 kes xeniqîn.

    Tehran
    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Bane ya Sineyê 4 welatiyên kurd di dema melevanîkirina di Bendava Kêlê de xeniqîn. Ji wan 4 kesan, zilamekî 41 salî tevî kurê xwe yê 10 salî bûne. Herwiha 2 kesên din jî du kurekî 10 salî û keçeke 15 salî bûne ku ew jî xizmên heman zilamê 41 salî yê xeniqî ne.

    Ji aliyê din ve li bajarê Bokan a Urmiyê jî li nêzîkî Bendava Bokanê û li ser Çemê Sarîqamîş, 2 welatiyên din ên kurd xeniqîne. Li gorî agahiyan, ew welatî tevî malbatên xwe bo derbaskirina roja xwe ya bêhnvedanê û herwiha derbaskirina demek xweş di nava xwezayê de, çûbûne melavaniya di nava Bendava Kêlê û Çemê Sarîqamîş.

    Bendava Kêlê di navbera gundên Kêlê, Nenûr û Hengejal de ye, ku li 15 kîlometriya bajarê Baneyê ye û hêj karê çêkirina wê bi dawî nebûye û xebatên çêkirina wê bendavê hêj berdewam in.

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Tirkiyeyê
    Li Îranê serdema duyemîn a Hesen Rûhanî dest pê kir
    Îranê siyasedmedarekî kurd bidarvekir
    ‘Li Îranê 100 girtî hatin îdamkirin'
    Amerîka: Em ê rê li ber firehbûna Îranê bigirin
    Etîketan:
    Bendava Kêlê û Bokan, Sine, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de