08:21 19 Cotmeh 2017
Zindî
    ئالایا ئێرانێ

    Îranê siyasedmedarekî kurd bidarvekir

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 3301

    Girtiyekî kurd ê siyasî li bajarê Sine ya li Eyaleta Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve îro hat bidarvekirin.

    Tehran
    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Malpera"Hingaw" a mafê mirovan belav kir ku girtiyê kurd yê bi navê Murteza Rehmanî ku xelkê gundê Tîleko yê ser bi bajarê Germyan e, îro hate bidarvekirin.

    Li gorî ragihandina malperê Murteza Rehmanî di sala 2011an de hatibû girtin û sala 2013an bi tuhmeta endametî û hevkariya ligel partiyeke kurdî ya dijberê Îranê û kuştina 2 endamên artêşa Pasdarên Îranê cezaya bidarvekirin ji wî re hate dayîn.

    Cezaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinê li ser Murteza Rehmanî hat sepandin.

    Bi heman mijarî:

    Generalê amerîkî: Divê kurd bi siyasî û leşkerî li hemberî Îranê werin xurtkirin
    ‘Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn'
    Îranê piştî 13 salan destûr da çapkirina romana nivîskarê kurd
    ‘Xortê Kurd li girtîgeha Îranê di îşkencê de can da’
    Etîketan:
    darvekirin, kurd, Murteza Rehmanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de