19:27 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Tehran

    ‘Li Îranê 100 girtî hatin îdamkirin'

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 5010

    Li gorî agahiyên rêxistinên mafê mirov li Îranê meha borî 100 girtî ji aliyê dadweriya Îranê ve hatin îdamkirin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre rêxistina mafê mirov a Îranê ragehand ku di meha borî de 100 girtî li girtîxaneyên Îranê hatine darve kirin, piraniya wan bi awayekî veşartî pêkhatine û tenê 8 kesên hatin darvekirin ji aliyê hikûmetê ve bi fermî hatiye belavkirin.

    Li gorî raporta rêxistinên mafên mirov ên îranî, 61 kesên ku hatine îdamkirin bi tometa peyvendiya madeyên hişbir, 34 kes bi tometa kuştina bi qesdî, 2 kes bi tometa diziya çekdarî, 2 kes bi tometa destdirêjî û kesek jî bi tometeke ne diyar ve hatiye darve kirin.

    Di berdewamiya raportê de hat ragihandin ku rejima Îranê kesên ku îdam dike piranî nav, paşnav û sedemê îdam kirine eşkere nake.

    Herwiha li gorî daneyên mafê mirov li Îranê di meha borî de li girtîxaneyên Îranê zêdetirî 20 girtiyên kurd hatibûn îdamkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam
    Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin
    Li Pakistanê 4 milîtanê Talîbanê hatin îdam kirin
    Etîketan:
    Meha borî 100 girtî li Îranê hatin îdamkirin, Komeleyên mafên mirov ên Îranê, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de