05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî û Vladimîr Pûtîn

    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Îran
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Pisporên îranî, piştî pêşnûmeya mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur ku ji aliyê Senatoya Amerîkayê ve hat qebûlkirin, gelo her sê welêt li dijî vê biryarê koalisyon ava bikin an ne, nirxandin.

    Pisporê têkiliyên Îran-Rûsyayê Seccad Tayerî ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Koreya Bakur li şuna diyalogê dê li ser mijara nukleerî eleqeder bibe, ji ber vê yeke jî rêveberiya Pyongyang nêzîkê avakirina koalisyona bi Rûsyayê û Îranê re naxuye.

    Teyarî ragihand ku pozisyona Rûsya û Îranê gelek dişibin hev û dibe li Rojhilata Navîn hevkariyeke nû ava bikin, di vî mijarê de jî Koreya Bakur dê rolekî cidî nelîze.

    Herwiha Teyarî destnîşan kir ku eger koalîsyonake were avakirin dê Rûsya Îran divê koalîsyonê de cih bigirin û rola Koreya Bakur jî dê ewqas ne girîng be.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Trump mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur pesind dike
    Rûsya: Armanca mueyîdeyên DYAyê di aborîyê de sazkirina avantaja reqabeta neheq e
    Qesra Spî: Dibe Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê veto bike
    Fitch: Dibe mueyîdeyên Amerîkayê bandoreke erênî li Gazpromê bike
    Etîketan:
    koalîsyon, diyalog, hevkarî, Sputnik, Seccad Tayerî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de