08:37 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî

    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Îran
    Lînkê kurt
    0 1601

    Li gorî raporta malpera mafê mirov a li Îranê ji serê dala 2017an ve 144 kolberên kurd li ser sînorên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne.

    Malpera Hengaw a mafê mirov li Îranê, di 7 mehên borî de 144 kolberên kurd li ser sînorên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne. Heke mirov van qurbaniyan li mehan belav bike, mehê 21 kolberên kur dli sînorê Îranê dibin qurbanî.

    Malpera mafê mirov a Hengaw di berdewamiya raporta xwe de ragihand ku di heft mehan de 47 kolberan jiyana xwe ji dest daye û ji wan 24 kes rasterast bi gule berdana hêzên çekdar ên Îranê ve hatine kuştin. 23 kes jî ji ber bûyerên hatûçûnê û bûyerên xwezayî jiyana xwe ji dest dane.

    Ji 97 kolberên birîndar jî 53 kes ji ber gule berdana hêzên ewlehiya Îranê û 44 kes jî ji ber bûyerên hatûçûn û bûyerên xwezayî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn'
    Bîlançoya mehekê ya kolberên kurd: 4 mirî û 32 birîndar
    Ji Adara 2016an heta niha 96 kolberên kurd hatin kuştin
    3 kolberên Kurd li ser xaka Herêma Kurdistanê hatin kuştin
    Li Urmiyeyê 4 kolberên kurd di bin aşîtê de man
    Rejima Îranê dîsa du kolberên kurd kuştin
    Etîketan:
    144 kolberên kurd bûne qurbanî, Malpera Hengaw a mafê mirov, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de