17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Moşek

    Îran: Ji bo ceribandina moşekan em destûrê ji kesî nagirin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Îran
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi di axaftina xwe de ragihand ku ji bo ceribandina moşekan hewceyî bi destûr girtinê tuneye, eleqeya vê mijarê bi ya nûklerî re nîne.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi di televîzyona dewletê de ji bo bernameya moşek a Îranê û mijara nûklerî de nirxandin kirin.

    Abbas Arakçi di axaftina xwe de got: "Mijara moşekan li gorî biryara 2231 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tê diyarkirin, li gorî vê biryarê Îran nikare boşekên balîstîk û çekên nûklerî bi pêş bixe."

    Arakçi di berdewamiya axaftina xwe de got: Moşekên ku Îran diceribîne ne li derveyê vê biryarê ye, lewma hewceyî bi destûrê tuneye. Îran ne welatekî qels e. Ji xwe ku welatekî qels bûna dê Amerîka dijminantî nekira û mueyîde nedisepandin. Bertekên li hemberî Îranê ji ber hêza wê ya herêm û navneteweyî ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Fîloya Amerîkayê li Kendava Basrayê bi çekan êrişî keştiya Îranê kir'
    Generalê amerîkî: Divê kurd bi siyasî û leşkerî li hemberî Îranê werin xurtkirin
    Îranê bersiv da biryara Kongreya Amerîkayê
    Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Abbas Arakçi, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de