23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Îranê bersiv da biryara Kongreya Amerîkayê

    © AP Photo/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokomarê Îranê ragihand ku ew dê bersiva sepandina cezayê dorpêça aborî ya Kongreya Amerîkayê ya ser Îranê bidin û çalakiyên wan ên leşkerî dê berdewam bikin.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di civata Wezîrên Îranê de biryara Kongreya Amerîkayê ya di derbarê sepandina dorpêça aborî ya ser Îranê rexne kir û got: "Ev dorpêç bandore li gelê Îranê nakin û siyaseta Komara Îslamî naguherine."

    Rûhanî, Amerîka bi sepandina van cezayên nû nikare piştgiriya welatên Ewropayê bistîne.

    Rûhanî wiha pê de çû: "Divê em behremendiyên xwe yên berevaniyê pêşbixin û bêyî ku li nêrîna kesên derve binerin, pêwîstiyên berevaniya xwe dabîn bikin."

    Serokomarê Îranê da xuyand ku eger Amerîka dixwaze li herêmê aramî û seqamgîrî peyda bibe, divê dest ji siyaseta neyartiya Îranê berde.

    Kongreya Amerîkayê bi hêceta "binpêkirina mafên mirovan, çalakiyên mûşekî û pişrgitiya Îranê ya ji terorê re", projeya ambargoya nû ya aborî ya ser Îranê pesend kir.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Keştiya Amerîkayê guleyên hişyariyê berdan keştiyeke Îranê
    Amerîkayê ultîmatom da Îranê: Zû wan berdin
    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Kuweytê ji balyozê Îranê daxwaz kir ku welêt bi terikîne
    Etîketan:
    ambargo, biryar, sepandin, Hesen Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de