09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Maseya îdamê

    Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin

    © AP Photo/ Rick Bowmer
    Îran
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Hat ragihandin ku rejima Îranê îro berê sibehê 4 girtiyên kurd ku li girtîgeha Urmiye ya navendî bûn hatin îdamkirin.

    Li gorî raporta malpera saziya mafê mirov a Îranê, rejimê îro berê sibehê 4 girtiyên kurd ku li girtîgeha Urmiye ya navendî bûn îdam kirin.

    Malpera saziya mafê mirov di raporta xwe de navê kesên ku hatine îdamkirin jî belav kir. Li gorî raportê, Fetah Emînî xelkê Mahabadê ye û bi tohmeta kuştina bi qesdî hatiye darvekirin. Xalîd Emînî xelkê Mahabadê ye û bi tohmeta kuştina bi qesdî hatiye darvekirin. Ferhad Mûsazade xelkê Selmasê ye û bi tohmeta madeyên hişbirr hatiye darvekirin. Dawud Maldar xelkê Urmiyê ye û bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatiye darvekirin.

    Li gorî daneyên tomarkirî yên çavkaniyên herêmî, di heyama du hefteyên borî de 17 girtiyên kurd ji aliyê rejima Îranê ve hatine îdamkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin
    Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam
    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    Serokê Komîsyona YEyê Juncker: Îdam xeta me ya herî sor e
    Etîketan:
    Îranê 4 kurdên din Îdam kirin, Xalîd Emînî, Fetah Emînî, Ferhad Mûsaza, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de