00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin

    © AFP 2017/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Li gorî zanyariyan Leşkerên Pasdaran a Îranê hêzên nû dişîne baregehên xwe yên sînor û gefan li partiyên kurd ên li ser sînorê Kurdistanê dixwe. Partiyên kurd jî xwe bi hêztir dikin.

    Partiyên kurd ên Îranê li sînorê Herêma Kurdistanê bereyên xwe bihêztir dikin. Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Menaf ragihand, ji ber gefên Supaya Pasdaran a Îranê, neketine metirsiyê, berevajî vê yekê bereyên xwe bihêztir kirine û got: "Em amade ne bersivê bidin hemû gefan."

    Mistefa Menaf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Emê bi van gefan sînor vala nekin. Ji ber gefên Îranê em neketine metirsiyê. Berevajî wê, ji bo ku em li dijî wan têkoşînê bikin, ji bo me bû derfeta xweamadekirinê. Di vê çarçoveyê de me amadekariyên baş pêk anîn û em bawer in ku Îran dê bi ser nekeve."

    Di navbera pêşmergeyên ku li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwe bi cih kirine û baregehên Supaya Pasdaran de 3 kîlometre heye. Ji ber vê li ser sînor car caran alozî derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin
    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Etîketan:
    Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Fermandarê Hêzên Pêşmerge, Mistefa Menaf, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de