21:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Îranê

    ‘Îran serxwebûna Kurdistanê ji bo bicihanîna planên xwe asteng dibîne'

    © Sputnik/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li gorî nêrîna rêvebirên partiyên kurd ên îranê, Tehran ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji bo bicihanîna planên xwe yên li herêmê asteng dibîne.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Sekreterê Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê Ebdullah Mûhtedî dibêje "Îran dixwaze li herêmê împaratoriyeke mezin a şîeyan li herêmê ava bike. Ji bo vê jî destdirêjiya Iraq, Sûriye, Lûbnan û hemû welatên din ên herêmê dike. Bêguman Iraq niha welatekî bê derwaze ye. Îran bi keyfa xwe hespê xwe di nav de dibezîne. Eger sube kurd bibin dewlet, dibe ku bixwazin pêwendiyên xwe yên li gel cîran baş bikin, lê bawer nakim bihêlin Îran di nava Kurdistanê de van zêdegaviyan bike."

    'ÎRAN DIXWAZE SÎNORÊN XWE FIREH BIKE'

    Herwiha Sekreterê Rêxistina Komûnîst a Komeleya Îranê Îbrahîm Elîzade jî di wê baweriyê de ye, ku hinceta Îranê ya li hember referandûma Herêma Kurdistanê ji ber wê ye, ku Îran vê yekê li hember serweriya xwe asteng dibîne. Îran Iraqê weke meydana serweriya xwe, hewşa mala xwe dibîne. Li Iraqê hikûmetekî şîe li ser desthilatê ye, lewma naxwaze ev hikûmet lawaz be. Yek ji armanca nijadperestiya îranî ew e ku sînorên serweriya xwe firehtir bike. Ya duyemîn jî Îran li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e ku bi dehan salan kurdan ji bo azadiyê tekoşîn kirine."

    Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Tahir Mehmûdî jî dibêje: "Îran naxwaze cîraniya dewletekî bike ku di warê olî û neteweyî ve ne li gorî daxwaza wî ye. Îran ji wê yekê ditirse, ku eger kurd li Başûrê Kurdistanê serbixwe bin, sunneyên Iraqê jî daxwaza herêmeke serbixwe bikin. Lewma vê ji xwe re weke zirar dibîne. Lewma Îran cihêbûna kurdan ji stratejiya xwe ya herêmê re asteng dibîne."

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
    Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin
    PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    Etîketan:
    Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê, Rêxistina Komûnîst a Komeleya Îranê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê, Tahir Mehmûdî, Îbrahîm Elîzade, Ebdullah Mûhtedî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de