11:48 21 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    14 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin

    © REUTERS/ MORTEZA NIKOUBAZL
    Îran
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hat ragihandin ku 14 milîsên Tuxaya Fatimiyyun a girêdayî Muhafizên Şoreşvanên Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin. 14 milîsên îranî li bajarên cuda hatin definkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, 14 milîsên Tuxaya Fatimiyyun a girêdayî Muhafizên Şoreşvanên Îranê ku ji afganiyan hatiye avakirin, li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin. 14 milîsên îranî li bajarên cuda bi merasîman hatin definkirin.

    Ajansa Nîvfermî ya Mehr a Îranê di nûçeyên xwe de ragihand ku 14 milîsên Tuxaya Fatimiyyun a girêdayî Muhafizên Şoreşvanên Îranê ku li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatibûn kuştin li Xoresan, Qum, Tehran, Elburz, Fars û Îsfahanê hatin definkirin. Hat ragihandin ku 4 jê li Xoresan, 4 Qum, 3 Tehran û li Elburz, Fars û Îsfahanê jî her yekê milîsek hatiye definkirin.

    ​Li gorî amareyên nefermî heta niha dora 2 û 400 leşkerên îranî li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Siûdî: "Leşkerên Îranî Heşdî Şebî birêve dibin"
    Leşkerên îranî di girtîgehê de bi hev ketin: 4 kuştî
    Tuxgeneralek û 14 leşkerên îranî li Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Sûriyeyê 2 leşkerên artêşa Îranê hatin kuştin
    Heta niha 2 hezar û 100 fermande û leşkerên Îranê hatine kuştin
    Etîketan:
    14 milîsên îranî li Sûriyeyê hatin kuştin, Tuxaya Fatimiyyun a girêdayî Muhafizên Şoreşvanên Îranê, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de