11:29 21 Îlon 2017
Zindî
    Muhammed Elî el Caferi

    Îranê Amerîka tehdît kir: Em ê êrişî baregehên leşkerî bikin

    © AFP 2017/ BEHROUZ MEHRI
    Îran
    Lînkê kurt
    0 4201

    Fermandarê Muhafizên Şoreş a Îranê General Caferî di axaftina xwe de ragihand ku heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepînê divê baregehên xwe yên hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire.

    Fermandarê Muhafizên Şoreş a Îranê General Muhammed Elî Caferî li bajarê Meşhedê di axaftina xwe de Amerîka hişyar kir û got: "Heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepînê divê baregehên xwe yên hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire. Hêza moşek a Îranê ne cihê muzakereyan e. Îran teknolojiya xwe ya moşekan roj bi roj bi pêş dixe."

    Muhammed Elî Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Moşekên ku li Dêra Zorê me avêtin rêxistina terorîst a DAIŞê digel ku ji dûrahî ve hatin avêtin jî hemû hedefên xwe îmha kirin. Ev moşek hê jî têne pêşxistin."

    General Caferî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepîne divê hemû baregehên xwe yên leşkerî ku dora hezar kîlometroyî ji Îranê dûr in bigire. Bedêla şaiyeke wiha wê ji bo Amerîkayê pir giran be."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Amerîkayê hişyarî da Îranê
    Zebarî: Ji xeyrî Îranê kesî li dijî referanduma serxwebûnê tuneye
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    'Partîyên Kurdên Îranê gef li Îranê xwarin'
    Etîketan:
    Îranê Amerîka tehdît kir, Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê, Muhammed Elî Caferî, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de