20:00 22 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    Dewlet xelkê sivîl li hemberî Pêşmerge bi çek dike

    © AFP 2017/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 137 0 0

    Li gorî daxuyaniya Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) yê Heme Salih qadirî rejima Îranê xelkê sivÎl li hemberî pêşmergeyan bi çek dike.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) yê li Hewlêrê Heme Salih Qadirî ragihand rejima Îranê nêzîkî du sal e, ji bo çekdarkirina xelkê sivîl, qonaxeke nû daye destpêkirin.

    Heme Salih Qadirî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê bi birçîkirina xelkê û bi tehdîdkirina wan, dixwaze bi cûreyekê xelkê kurd ên Îranê bi rêk bixe û li dijî Pêşmerge bi kar bîne. Ew dizanin helwesta Îranê bi her awayî li dijî Herêma Kurdistanê ye û di pêvajoya referanduma serxwebûnê de jî dê rêgirî bike.

    Qadirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek ku me dît bikaranîna DAIŞê bo şerê li dijî Herêma Kurdistanê. Niha jî em bawer dikin ku hewl dide bêtir milîsên Heşdî Şebî araste bike, yan jî hewl bide bi taybetî li navçeyên vegetandî bi kar bîne da ku arîşeyek çêke di pêvajoya giştpirsiyê de. Îran hewl dide ku di nav hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de duberekî saz bike da ku negihîjin yekdengî û hevhelwestiyekê."

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
    Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin
    PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    Etîketan:
    Rejima Îranê xelkê sivîl bi çek dike, PDKÎ, Heme Salih Qadirî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de