11:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Elî Xemaney

    Îran: Hêvî dikin ku di navbera me û Erebîstana Siûdî de şer dernekeve

    © AP Photo/ Office of the Iranian Supreme Leader
    Îran
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf di axaftina xwe de ragihand ku em hêvî dikin pêşveçûnên Yemenê nebe sedema şerê navbera me û Erebîstana Siûdî.

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf li New Yorkê di axaftina xwe ya saziya fikrî ya Council on Foreign Relationsê de got: "Em ne mecbur in ku şer bikin. Em ne mecbur in ku li Rojhilata Navîn em hev tune bihesibînin."

    Cewad Zarîf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke li Yemen û li Sûriyeyê pirsgirek hebin û di hinek mijaran de em li hev nekin jî li gorî baweriya min ji bo çareseriyê em dikarin bi hev re bixebitin."

    Prensê weliaxt û Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman di meha gulana borî de gotibû: "Şerê navbera qraltiya misilman a sunî û teokrasiya şîe wê ne li nava sînorê Erebîstana Siûdî dê li nava sînorê Îranê pêk were."

    Bi heman mijarî:

    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?
    Îran: Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê piştgiriya PDKÎyê dikin
    Di navbera Îran û Erebistana Siûdî de şerê sîberê derket
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Îranê, Muhammed Cewad Zarîf, Muhammed Bin Selman, Erebîstana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de