15:18 19 Mijdar 2017
Zindî
    Îdam

    Di nava 3 rojan de 10 welatiyên kurd hatin îdamkirin

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Îran
    Lînkê kurt
    0 7301

    Li gorî nûçeya malpera mafê mirov li Îranê di heyamê 3 rojên borî de rêjima Îranê 10 girtiyên hemwelatiyên kurd îdam kirine.

    Malpera mafê mirov (Hengaw) di vê derbarê de belav kir ku saziya dadweriya Îranê di nava 3 rojan de li girtîxaneyên Urmiyê, Hemedan û Kerecê 10 girtiyên kurd îdam kirine. Çarşema borî du girtiyên kurd ên bi navên Îbrahîm Sebzî yê xelkê Hersînê û Mihemed Hemewend ku xelkê Loristanê ne li girtîxaneya Hemedan û Kerecê bi tometa madeyên hişbir û kuştina bi qesdî ve hatine darve kirin.

    Di roja îna borî 5 girtiyên din ên kurd li girtîxaneya Urmiyê bi tometa madeyên hişbir ve hatin darve kirin. Navê wan pênc girtiyên kurd wiha ye: "Ramîn Henare, Perwîz Temerîpûr, Feramez Esxerzade, Mihemed Riza Sadiqî û Maşela Seyad Nûrî ku hemû jî xelkê Urmiyê û derdora wê ne."

    Her wiha heman rojê li girtîxaneya navendî ya Xuremawa ya ser bi parêzgeha Loristanê sê girtiyên din ên kurd bi navên Emîr Xuremabadî xelkê Nûrabad, Necmedîn Sefîpûr xelkê Nûrabad, Mihemed Zîwdar xelkê Zîwdar a Loristanê ne û hemû jî bi tometa madeyên hişbir ji aliye dezgayê dadweriya Îranê ve hatin îdam kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    Zebarî: Ji xeyrî Îranê kesî li dijî referanduma serxwebûnê tuneye
    Birayê Serokomarê Îranê Rûhanî hat girtin
    Rêveberê partîya Kurd a Îranê bi guleyekê can da
    'Îranê car din ava Herêma Kurdistanê birî'
    Rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê birî
    Etîketan:
    Rejima Îranê di nava 3 rojan de 10 kurd îdam kirin, Hemedan, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de