17:33 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Îranê

    Wezareta Îstîxbaratê: Me sîxurekî amerîkî desteser kir

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Îstîxbarat (Îtîlaet) a Îranê welatiyekî amerîkî bi tohmeta sîxûriyê hatiye girtin û 10 cezayê girtîgehê lê hatye birîn.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, berdevkê Saziya Dadê ya Îranê, Xulamhusên Muhsênî Êjêyî di konfranseke rojnamevanî de li Tehran a paytexta wî welatî ragihand ku Wezareta Îstîxbaratê welatiyekî amerîkî desteser kiriye ku bi mebesta sîxûrîkirinê û di çarçoveya projeya nifûz a Amerîkayê de hatiye nava xaka Îranê.

    Muhsênî Êjêyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ew kes rasterast ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve û bi armanca komkirina zanyariyan serdana Îranê kiriye. Yek ji sîxûrên Amerîkayê ku hilgirê du nasnameyan e, hem nasnameya Amerîkayê heye û hem jî nasnameya welatekî din heye, bi şêweyeke taybet hatibû nav Îranê û piştî naskirina wî, ew kes ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve hat desteserkirin û zelal bû, ku erkê wî kesî komkirina zanyariyan e û pêwendî bi projeya nifûzê ve heye û li dadgehê bi deh sal zîndankirinê hatiye cezakirin. Mixabin ew kes rasterast ji aliyê amerîkiyan ve hatiye serpireştîkirin."

    Ji aliyekê din ve, li gorî nûçeyeke AFP berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji berpirsên Îranê kir ku welatiyên amerîkî yên ku li Îranê bi awayekê nedadmend hatine girtin, azad bike.

    Bi heman mijarî:

    Birayê Serokomarê Îranê Rûhanî hat girtin
    Rêveberê partîya Kurd a Îranê bi guleyekê can da
    'Îranê car din ava Herêma Kurdistanê birî'
    Rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê birî
    Ji Îranê helwesta referandûmê: Nabe mijara nîqaşê
    Etîketan:
    Îranê welatiyekî amerîkî girt, Berdevkê Wezsareta Dadê yê Îranê, Xulamhusên Muhsênî Êjêyî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de