23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Îranê

    Îran: Planên me dê zirareke mezin bidin Amerîkayê

    © Sputnik/ Grigory Sisoyev
    Îran
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Berdevkê Sererkaniya Giştî yê Îranê General Mesûd Cezayîrî di axaftina xwe de ragihand ku em ê hemû hêzên biyanî ji herêmê derxînin.

    Berdevkê Sererkaniya Giştî yê Îranê General Mesûd Cezayîrî di axaftina xwe de bertek nîşanî berpirsên amerîkî yên dijberî Îranê dan û got: "Ew carinan wek zarokan xewnan dibînin û nêrînên xwe yên li hemberî Îranê tînin ziman. Halbûkî Îran li gor politikaya xwe ya derve ku dimeşîne wê hemû hêzên biyanî ji herêmê der bike."

    Mesûd Cezayîrî di berdewamiya axaftina xwe de daxuyaniyên berpirsên amerîkî yên dijî Îranê bi pêkenokî nirxand û got: "Ev îdîa ji gotinan pê ve tiştekî îfade nakin. Hetanî amerîkî bi van tiştên zarokane eleqedar bibin em ê nekevin nava endîşeyan."

    Cezayîrî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Welatê me bi civak û xelkê xwe yê şoreşger bawer e û wê neke bin bandora propagandeya reş, hişmendî, tank û topan. Planên me jî li hemberî mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Îranê hene. Ev plan wê zirareke mezin bidin Amerîkayê."

    Bi heman mijarî:

    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e
    Rûsya û Îran: ‘Çalakiyên Amerîkayê dê bandor li biqerariya me neke'
    Îro balyoz û konsolxaneyên Îran û Amerîkayê girtî ne
    Li Kendava Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de alozî
    Etîketan:
    Berdevkê Sererkaniya Giştî yê Îranê, Mesut Cezayîrî, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de