13:37 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alîgirên PDKî

    Serokê PDKÎyê: Îran xwe bihêz nîşan dide, lê ketiye krîzê û nikare xwe rizgar bike

    © AP Photo/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî di bîranîna Dr. Qasimlo de ragihand ku Îran xwe bihêz nîşan dide, lê ketiye krîzê û nikare xwe rizgar bike.

    Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî di merasîma 28mîn salvegera qetilkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de ragihand ku tevî Komara Îslamî xwe weke dewleteke bihêz nîşan dide, lê belê ketiye nava krîzê û nikare xwe ji wê krîzê rizgar bike.

    Mistefa Hicrî di axaftîna xwe de got: "Tevî ku Komara Îslamî xwe weke dewleteke bihêz nîşan dide, lê xelkê Îranê gelek nerazî û birsî ye, ji ber ku dewlet nanê ser sofreya wan dike bomb û fîşek û li Sûriyê û Iraqî û Yemenê xelkê pê dikuje. Rejimeke wiha nikare xwe li ber hewlên azadîxwazane yên xelkê Îranê bigire."

    Hicrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê nayê guhertin. Ew projeya Amerîkayê ya encamdana gotûbêjan bi Îranê re rastî şikestinê hatiye û ji ber wê jî niha careke din Washîngton hatiye ser siyaseta guhertina desthilatê li Îranê."

    Bi heman mijarî:

    Mistefa Hicrî: Li Îranê potansiyela Bihara Kurdan heye
    Mistefa Hicrî: 'Siyaset û berjewendiyên Îran û Tirkiyayê li dijî hev in'
    PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
    Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin
    PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
    Etîketan:
    Rejima Îranê, Serokê PDKÎyê, Dr. Ebdurrahman Qasimlo, Mistefa Hicrî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de