21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriye

    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e

    © Sputnik/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî got, peymana agirbesta Sûriyê ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn Îranê girê nade.

    Qasimî di civîna heftane ya çapemenîyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew nabin garantorê peymana navbera Amerîka û Rûsyayê ya li ser rewşa Sûrîyê û diyar kir, ew bi hinceta pêwendiya taybet a li ser lihevkirina Astanayê bi Moskowê re danûstandinên xwe didomînin.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Qasimî ragihand, heger Amerîka û Rûsya piştgirîyê bidin herêmên bêşer ên li ser hatiye lihevkirin, dibe ku ew peymana wan were qebûlkirin.

    Qasimî da xuyakirin ku ew ji ber kiryarên berê yên Amerîkayê li herêmê, bi guman nêzîkî peymanê dibin û dê ev rewş bibe asteng li ber berdewama hevdîtinan.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê helwesta referandûmê: Nabe mijara nîqaşê
    Rûsya: Em di pêşnîyara Trump a ‘koma xebatê’ de ne bi israr in
    Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike
    Îmamên li Brukselê li dijî terorîzmê çalakî li dar dixin
    Ziyana şer a li ser aborîya Sûrîyê 226 milyar dolar e
    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Ebadî: Li Mûsilê radigihînim ku dewleta xurafeyan têk çû
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de