22:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Dîmeneke giştî ji ava giran a Îranê

    Îranê ava ku diçe bajarên Kurdan qut kir

    © AFP 2017/ FARS NEWS
    Îran
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Hat ragihandin rêveberîya Îranê ava rûbara Zapa Piçûk ku diçe ser bajarên Kurdan qut kiriye û gelek bajar bêav mane.

    Qutkirina ava rûbarê Zapa Piçûk ku di ser bajarên Qeladiz, Ranya, Dokan û Solayê de dikeve ser Rûbara Dicleyê bû sedema nerazîbûnan ku Zapa Piçûk jî rûbirûyî ziwabûnê bûye.

    Ava Zapa Piçûk ji bo avdan û vexwarinê tê bikaranîn, lê piştî xebatên avakirina Bendava Kollasa ji alîyê dewleta Îranê ve ava wê hat qutkirin.

    JI ÇARESERKIRINÊ DANÛSTANDIN DIDOMIN

    Çavkanîyên herêmê dibêjin, Îran bi qutkirina avê rêzikên navnetewî binpê dike ku bandorê li ser gelek herêman dike.

    Li gor medya Herêma Kurdistanê, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Tehranê Nazim Debax ji bo çareserkirina vê kêşeyê bi karbidestên Îranî re danûstandinê dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya YPGê
    Izvestiya: Nûnerên Amerîka û HSDê li ser Tebqayê li hev kirin
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    ‘Bila cihê gortistana Şêx Seîd were aşkare kirin û lêborîn bê xwestin'
    Etîketan:
    Zapa Piçûk, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de