21:09 23 Hezîran 2018
Elî Xamaney

Serokê rûhanî yê Îranê Xamaney: Amerîkayê DAIŞê ava kir

© Foto : Office of the Iranian Supreme Leader
Îran
Lînkê kurt
0 32

Serokê rûhanî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney peyamek ji hesaba twittirê xwe ve weşand û ragihand ku bingeha terorîzma li Rojhilata Navîn, Amerîkaye.

Elî Xemaney
© AP Photo / Office of the Iranian Supreme Leader
Peyama Ayetullah Xamaney piştî daxuyaniya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku di daxuyaniya xwe de gotibû "welatên ku piştgiriya terorîzmê dikin, dibe bibin mexdûrên, xirabiya ku pişgriya wê dikin" hat.

Xamaney di peyama xwe de eşkere kir ku Amerîka dixwaze Rojhilata Navîn bêîstîqrar bike.

‘ÇI ELEQEYA ROJHILATA NAVÎN BI TE HEYE?'

Serokê rûhanî yê Îranê got: "Di demek nêz de Amerîka îma kir ku dixwazin Rojhilata Navîn bêîstîqrar bikin. Yekemîn çi eleqa te bi Rojhilata Navîn heye? Ya duyemîn, tu û sîxurên te çavkaniya bêîstîqrara Rojhilata Navîn in."

‘SEDEME BÊÎSTÎQRARÊ TERORÎSTÊN KU AMERÎKA WAN BIÇEK KIRINE NE'

"Sedema bêîstîqrariyê, terorîstên ku Amerîka wan biçek kirine ne. DAIŞê ke ava kir? Amerîka! Beşdarbûna Amerîkayê ya koalîsyona li dijî DAIŞê derew e. Ew li dijî DAIŞeke bêkontrol in, lê ew DAIŞê bi kontrol qebûl dikin."

BINGEHA TERORÎSTÊN LI HERÊMÊ AMERÎKA YE'

"Serokê Amerîkayê sûcdariya terorê li Îranê dike. Lê bingeha terorîstên li herêmê Amerîka ye."

 

Bi heman mijarî:

Îranê 2 keştiyên şer şandin Ûmmanê
Îranê bi 5 balafiran alîkarî şand Qeterê
Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê
Îranê bersiv da Trump: Daxuyaniya Qesra Spî kirêt e
Etîketan:
terorîzm, bingeh, DAIŞ, Ayetullah Elî Xamaney, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de