23:17 21 Gulan 2018
    Behram Qasimî

    Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê

    © REUTERS / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 72

    Wezareta Derve ya Îranêhewlesta welatê xwe ya ji bo referanduma Kurdistanê de eşkere kir û got: Em piştevaniya yekperçeyiya axa Iraqê dikin.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî hewlesta welatê xwe ya ji bo referanduma Herêma Kurdistanê de eşkere kir û got: "Helwesta Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya piştevaniya yekparçebûna xaka Iraqê de ye. Biryarên yekalî dê bibin sedema êşên nû."

    Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Helwesta bingehîn û ya zelal a Komara Îslamî ya Îranê, piştevniya xak û yekparçebûna Iraqê ye. Herêma Kurdistanê parçeyeke Iraqê ye. Biryarên yekalî û yên derveyî destûr û yasayên Iraqê, tenê rê ji pirsgirêk û serêşiyên nû re vedike. Iraqeke yekparçe, aram û demokratîk garantiya berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û mezhebî ye. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Iraqê bi aramî, yekîtiya nîştîmanî heye."

    Berdevkê wezaretê ragihand ku pêwîste pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Baxdayê di çarçoveya guftûgo, destûr û jihevfêmkirina nîştîmanî de werin çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şingalî piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin
    Encumena Rûhanî ya Êzidiyan: Hemû êzidî piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin
    Ji Tirkiyeyê daxuyaniya referanduma Kurdistanê
    NY: Em dikarin rolgirtina referanduma Kurdistanê binirxînin
    NY: Em dixwazin referanduma Kurdistanê bi aştiyane derbas bibe
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Behram Qasimî, Bexda, Kurdistan, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de