11:11 23 Çile 2018
Zindî
    Êrişa parlamentoya Îranê

    Piştî teqînên Tehranê bi dehan hemwelatiyên kurd hatin girtin

    © REUTERS/ TIMA
    Îran
    Lînkê kurt
    0 52

    Li gorî zanyariyên berdest, piştî teqînên Tehranê li bajarên kurdan ên Îranê bi dehan hemwelatiyên kurd ji terefê saziyên îstîxbaratî yên Îranê ve hatin girtin.

    Piştî teqînên Tehranê ya li dijî parlamentoyê û di nava gora Xumeynî de li bajarên kurdan ên Îranê bi dehan hemwelatiyên kurd ji terefê saziyên îstîxbaratî yên Îranê ve hatin girtin.

    Wezareta Îtlaet a Îranê (parastin) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 41 hemwelatî li bajarên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Tehranê hatine binçavkirin.

    Li gorî daxuyaniya wezareta Îranê hemwelatiyên ku hatine binçavkirin piraniya wan kurd in û li gorî îdîayan bi endamtiya DAIŞ û grûbên wehabî têne tohmetbarkirin.

    Ji aliyê din ve hin çavkaniyên ji bajarê Pawe dibêjin di çend rojên borî de herî kêm 20 kes li wî bajarî hatine binçav kirin û rewşeke ewlehî û leşkerî ya tund li navçeyê bicîh bûye.

    Bi heman mijarî:

    'Daxwaza alîkariyê ji Tirkiye û Îranê ya Qeterê rûpelek trajîk ya krîzê dibe veke'
    Îranê bersiv da Trump: Daxuyaniya Qesra Spî kirêt e
    Trump bo Îranê: Yên piştgirîya terorê dikin dê bibin qurbanê wê
    Xebatkarên RT yên li Îranê hatibûn desteserkirin hatin berdan
    Fermandarekî din ê Îranê hat kuştin
    Etîketan:
    Li pela binçavkirina kurdan destpê kir, Wezareta Îtlaet a Îranê (parastin), Tehran, Sinê, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de