23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Li Parêzgeha Îlamê êriş: Kesekî can da 2 kes jî birîndar bûn

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 60

    Kesekî çekdar li parêzgeha Îlamê ya Îranê êrişî xelkê kir û di encamê de jî kesekî can da 2 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya Rûdawê li navçeya Bedre ya ser bi parêzeha Îlamê ya Îranê ku herêma kurdan e kesekî çekdar êrişî sivîlan kiriye.

    İran parlamentosuna saldırı
    © AP Photo/ Fars News Agency, Omid Vahabzadeh
    Hate diyarkirin ku di encama êrişê de kesekî can daye, 2 kes jî birîndar bûne.

    Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Îranê, IRNAyê kesekî ji parêzgeha Îlamê destnîşan kiriye ku bûyer ji ber nakokiyeke şexsî pêk hatiye. Herwiha hat eşkerekirin ku bûyer di navbera du xortan de derketiye ku her du jî serbaz bûne, xortekî 20 salî êrişî hevalê xwe kiriye û ew kuştiye.

    Herwiha hat gotin ku 2 kesan jî hewl dane ku navbeynkariyê di navbera wan du kesan de bikin, lê belê kesê kujer êrişî wan jî kiriye û ew her du kes jî birîndar kirine.

    Kesê kujer piştre guleyekê li xwe dide û xwe jî dikuje.

    Bi heman mijarî:

    'Daxwaza alîkariyê ji Tirkiye û Îranê ya Qeterê rûpelek trajîk ya krîzê dibe veke'
    Îranê bersiv da Trump: Daxuyaniya Qesra Spî kirêt e
    Trump bo Îranê: Yên piştgirîya terorê dikin dê bibin qurbanê wê
    Xebatkarên RT yên li Îranê hatibûn desteserkirin hatin berdan
    Pûtîn: Em amade ne dijî terorê hevkarîya zêdetir bi Îranê re bikin
    Wezîrê Derve yê Îranê: Pêdivîya me bi danûstandina Tirkîyê re heye
    Etîketan:
    çekdar, mirî, sivîl, êriş, Rûdaw, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de