03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Muqteda es-Sadr

    Serokê şîe Muqteda Sadr Îranê hişyar kir

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Îran
    Lînkê kurt
    0 70

    Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ku dîsa hate hilbijartin ji bo meşandina polîtîkayên Rojhilata Navîn hişyar kir.

    Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr li Iraqê di axaftina xwe de Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo ku dîsa hate hilbijartin êv pîroz kir û ji bo ku dev ji polîtîkayên nêyînî berde ew hişyar kir. Sadr di axaftina xwe de got: "Ez bangî Rûhanî dikim ku li Rojhilata Navîn polîtîkayên zelal bimeşîne û li herêmê dev ji neyîniyan berde. Bila Îran dev ji polîtîkayên ku dibin sedema şerê mehezbî û cudabûnên siyasî berde."

    Muqteda Sadr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewleta Îranê li herêmê xwediyê bandoreke mezin e. Ev şer û cudabûn li herêmê dibe sedema bêaramiyê. Dibê Îran ji bo aştî û aramiyê ciranên xwe bixebite."

    Di hilbijartina 19ê Gulanê yên serokomariyê de Hesen Rûhanî ji sedî 57ê dengan wergirtibû û dîsa bibû Serokomarê Îranê.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
    Tevgera Sadr bernameyek piştî şerê DAIŞê amade kir
    Hêzên ewlekariyê gule bera alîgirên Sadr da: 7 kes mirin
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Sadr: Balyozxaneya DYAyê biçe Qudsê divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Serokê Tevgera Sadr, Hesen Rûhanî, Muqteda Sadr, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de