11:44 21 Hezîran 2018
Petrol- OPEC

Deriyê me ji petrola Kurdistanê re vekiriye

© REUTERS / Darren Whiteside
Îran
Lînkê kurt
0 83

Wezîrê Petrol ê Îranê Bêjen Zengene ragihand ku deriyê me ji petrola Kurdistanê re vekiriye. Kurdistan dikare petrola xwe bi rêya xeta boriyê bikşîne.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê Wezîrê Petrol ê Îranê Bêjen Zengene di hevpeyvîna xwe ya ligel kanalê gotiye Herêma Kurdistanê dikare bi rêya xeta borî ya Îranê petrola xwe bifroşe. Zengene di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ji bo petrola Herêma Kurdistanê deriyê me vekiriye, lê pêşî ji bo xeta boriya petrolê bigihîje kendavê em li bendê ne ku Kurdistan gavên pêwist biavîne."

‘JI BO XETA BORIYA PETROLA KURDISTANÊ EM ERÊNÎ NE'

Zengene di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em di vê de tu pirsgirêkê nabînin. Hikûmeta Kurdistanê kengî daxwaz bike deriye me vekiriye. Em germ li projeya xeta boriya petrolê ku ji Kurdistanê bigihê Tebrîzê û ji wir jî bigihîje Kendava Farsê dinêrin."

Bi heman mijarî:

Bayik: Çavên me ne li petrola Kerkûkê ne
Tirkiye şandina petrola Kurdistanê rawestand
BILGESAM, derbarê partiyên kurd û petrola Kerkûkê de analîzek weşand
Şandina petrola Kerkûkê bo Ceyhanê ji nû ve dest pê kir
Hêzeke kurdî dest danî ser îstasyoneke Şirketa Petrola Bakur a Iraqî
Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê peyman îmze kir
Hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê ji nû ve dest pê kir
Etîketan:
Petrola Herêma Kurdistanê, Wezîrê Petrol ê Îranê, Bêjen Zengene, Îran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de