14:59 27 Gulan 2018
Îranê

Li Îranê hilbijartinê destpê kir

© AP Photo / Ebrahim Noroozi
Îran
Lînkê kurt
0 42

Li Îranê îro seet 08.00an hilbijartina serokomar û encumenên bajaran destpê kir û yekemîn dengê pêşî ji terefê Ayetullah Elî Xemaney hat bikaranîn.

Îro sibehê seet li 08.00an li gorî demjimêra Tehranê hilbijartinên serokomarî û encumenên bajar û gundan li seranserî Îranê û li bajarên kurdan destpê kir. Yekem deng di van hilbijartinan de jî Rêberê Olî yê Îranê Elî Xemaney avête nav sindoqa dengdanê.

Elî Xemaney li navenda dengdanê ya li Huseyniyeya Îmam Xumêynî li paytexta Tehrana Îranê amade bû û dengê xwe di hilbijartinên wî welatî de bi kar anî. Li gorî amarên fermî yên ku Wezareta Navxwe ya Îranê belav kiriye di hilbijartinên vê carê de mafê 56 milyon û 410 hezar û 234 welatiyên îranî ku dengan bi kar bînin heye.

 

 

Bi heman mijarî:

Ji bo hilbijartinên Îranê li Herêma Kurdistanê jî sindoq tên danîn
Qedexeyên hilbijartina Îranê dest pê kir
Li Sûriyeyê 2 leşkerên artêşa Îranê hatin kuştin
Fermandarê Îranê: Divê Amerîka ji herêmê derkeve
Çend rêxistinên kurdên li Îranê, banga boykotkirina hihbijartinê kir
Etîketan:
Hilbijartina Îranê, Elî Xemaney, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de