05:57 25 Gulan 2017
Zindî
    Irak petrol

    'Şansê şirketen Rûsî ji yên amerikî bêtir e'

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Îran
    Lînkê kurt
    0 1640

    Endama Komeleya Dirustkarê Alavên ji bo pişekariya petrol û xazê Neda Mousavi Zadegan li 22mîn pêşangeha ÎRAN OIL SHOW 2017an de ragihand ku şirketa amerîkî Pall biryar stendiye ji bo bi şirketên îranî re pişekariyek hevbeş ya derbarê dirustkirina filtreyên bo projeyên petrolê sazbike.

    Neda Mousavi Zadegan diyar kir ku di çarçova cîbicîkirina planê `aboriya berxwedayî ya li ser bingeha kêmkirina girêdana bi berhem û teknolojiya biyanî û sazkirina ciyên kar` destbi hevkariya bi şirketa Amerîkayê Pall Corporation re hatiye kirin`. Wek Ned Mousavi Zadegan dibêje, şirketa Amerîkayê wê teknolojiya ji bo dirustkirina filteran ji Îranê re bişîne.

    ‘ÎRAN QEZENCEKÊ MEZIN JI HEVKARIYEKÊ WISA DIBÎNE'

    Herwiha Neda Mousavi Zadegan got ku Îran qezencek mezin ji hevkariyek wisa dibîne. Ew wê ne tenê pêdiviyên xwe yên hûndir misoger bike, lê di pêşerojê de ` wê bikaribe van filteran bifroşe Iraq, Navenda Asya, Qavqaz û hetanî welatên Kendava farsî jî`.

    Neda Mousavi Zadegan nîşankir ku hûrgiliyên darayî yên projeyek wisa heta niha ne hatine diyarkirin, lê ji bo aliyê Îranê, êdî wê bihêle ku mesref bi 10 caran bê kêmkirin. Wek Neda Mousavi Zadegan got ` berê ev filtre di rêya navberên cuda de dihatin wergirtin, loma jî pirsgirêkên mezin ji bo cîbicîkirina projeyên neft û xazê derdiketin. Tuwane heye ku piştî vê projeya bi şirketa amerîkî re mesrefa di vî warî heta 1500-2000 dolarî bê kêmkirin`.

    Ne hêja ku derbarê aliyê siyasî yê vê projeyê jî bê jibîrkirin. Piştî rakirina ambargoyên li ser Îranê di meha Çileya Paşîn a sala 2016an de, projeyek wisa wê bi şêwekî mezin pêşeroja hevkariya Îran û Amerîkayê di beşê petrolê de diyar bike. Wek pisporê serbixwe yê îranî yê di warê ênêrjiyê de Omid Shokri Kyalesar di hevpeyvîna bi Sputnikê re ragihand, projeyek wisa wê bi biryara Kongreya Amerîkayê ve girêdayî be:

    ‘RÊKEFTIN DIVÊ JI ALIYÊ KONGREYA AMERÎKAYÊ VE BÊ ERÊKIRIN'

    "Îmzekirina rêkeftina derbarê bernama atoma Îranê ji bo pişekariya neftê ya welêt gavek pir pêşketî bû. Îran yekser ragihand ku pişkeriya wê ya petrolê ji bo veberhênanên biyanî, bi taybetî yên ewropî û amerîkî, vekiriye. Lê ji ber çend berbestên siyasî di têkilyên navbera Îran û Amerîkayê de, wezareta petrolê a Îranê ne dixwest hevkariyê bi Amerîkayê re bike, tev ku şirketên amerîkî ji Îranê re balkêşbûn jî û ew ji bo pêşangeha ÎRAN OIL SHOW 2017 re hatin vexwendin. Piştî guftûgoyên avadan bi şirketên mezin yên amerîkî re, ev proje dikare bibe pingava pêşîn di riya avakirina têkilyên normal di nav welatên me de. Pirsa herî giring ew e ku îmzekirna vê rêkeftinê wê çarçova vê hevkariyê diyar bike. Rêkeftinek wisa divê ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve bê qebûlkirin. Loma jî di vê qonaxê de dibe ku zehmetî peyda bibin, lê dibe jî ku kompaniya emerîkî destûrê wergirere jibo vebêrhênanê di pişekariya nefta Îranê de bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku şensê şirketin ewropî, çînî û rûsî ji yên amerîkî bêtire. Ev welat êdî projeyên xwe li Îranê cîbecî dikin`.

    Bi heman mijarî:

    'Petrol wê nebe sedema paşxistina serxwebûna Kurdistanê'
    YNK hêzeke din a Pêşmerge dişîne bîrên petrol a Kerkûkê
    Trump: "Dema em ji Iraqê vekişiyan me petrol standibûna wê DAIŞ nebûna"
    DNOyê petrol li Herêma Kurdistanê dît
    Rûsya rojane, zêdetirî 11 milyon warîlî, petrol hildiberîne
    Etîketan:
    şens, veberhênan, proje, neft, xaz, şirket, Sputnik, Neda Mousavi Zadegan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de