19:19 23 Hezîran 2018
Girtîgeh / Zîndan / Heps

Bizavkarê Kurd Kebûdwend piştî 10 salan tê azadkirin

© AP Photo / Francois Mori
Îran
Lînkê kurt
0 50

Serokê damezirîner ê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK), Mihemed Sidîq Kebûdwend roja înê ji girtîgehê tê berdan.

RMMKê ragihand ku Kebûdwendê ku zêdetirî 10 sal in di zîndana Komara Îslamiya Îranê de ye 12ê Gulanê ji Zîndana Êvîn a Tehranê dê were berdan.

RMMK da xuyakirin, diviyabû roja sêşemê Kebûdwend hatiba azadkirin, lê bi hincetên mîna di dema wergirtina muhletê 3 rojan derengtir vegeriyaye zîndanê, 3 roj derengtir dê were azadkirin.

Hat zanîn ku dadgeha Tehranê ji malbata Kebûdwend re ragihandiye ku roja înê li saet 08:00an li ber deriyê zîndana Êvîn a Tehranê amade bin.

Kebûdwend ji sala 2007an ve ji ber avakirina Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê û çend tohmetên din ên dadgehên Îranê bi hinceta ‘propagandaya li dijî Îranê û alozkirina raya giştî' hatibû girtin û ev 10 sal in di zindanê de ye.

Kebûdwend kurdekî ji bajarê Sine yê Îranê ye.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Dibe îsal rageşî li Tirkiyeyê zêdetir bibe
Qeyûm pirtûkxane girt
Gelo NATO wê beşdarî şerê dijî DAIŞê bibe?
Amerîkayê dilê Tirkiyê xweş kir
Elî Ewnî: Dibe ku em serxwebûnê wekî Qazî Muhammed ragihînin
‘Mûsil wê beriya meha Remezanê rizgar bibe'
Etîketan:
Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de