01:51 21 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyin Dehkan

    Îranê Siûdî tehdîd kir: Em ji Mekke û Medînê pê ve cihekî bi ewle nahelin

    © AP Photo/ Vadim Savitsky
    Îran
    Lînkê kurt
    0 51

    Wezîrê Parastin ê Îranê Huseyin Dehkan bertek tund nîşanî peyvên hemkarê xwe yê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da û Siûdî tehdîd kir.

    Wezîrê Parastin ê Îranê Huseyin Dehkan di axaftina xwe ya televîzyona El Minar a libnanî de got: "Heke Erebîstana Siûdî li hemberî Îranê têkeve hewldaneke ehmeqî ya leşkerî li wî welatî ji xeyrî bajarên pîroz em tu cihên ewle nahêlin."

    Huseyin Dehkan di bersivdayina pirsa ‘gelo Erebîstana Siûdî dikare şer têxe nava sînorê Îranê' de got: "Ez nizanim bê Erebîstana Siûdî dê vî karî çawa bike, lê ez wan ji bo nekirina karekî wiha ehmeq hişyar dikim. Lê heke bi îsrar vî tiştî bikin em ji bajarên pîroz Mekke û Medînê pê ve tu cihê bi ewle nahêlin."

    Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman hefteya borî di axaftineke xwe ya televîzyonê de gotibû: "Berî ku şer bigihîje nava Siûdî divê em wî şerî di nava sînorê Îranê de bihêlin."

    Herwiha rêvebiriya Tehranê li ser van peyvan wezîrê Siûdî nameyek ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şandibû û gilî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
    Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo 4 herêmên ewle li Sûriyeyê li hev kirin
    Îran: Peyvên Erdogan nayên qebûlkirin
    Îran: Em dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin
    Îran: Ceribandina moşekan Hurmuz-2 ji bo parastinê ye
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî, Wezîrê Parastin ê Îranê, Muhammed Bin Selman, Huseyin Dehkan, Erebîstana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de